Pelê payîzê

Monday 7 April 2008
vejin

govendek destpêdike li bilindahîyê
xwe li ba dike pelekî ji rengê hemû zer û soran
li ber bayê sar î payîze
tenê lerz e ew
li vê berêvara dereng
درێژه‌ی بابه‌ت...


Iran petrola Iraqê didize

Sunday 3 February 2008
vejin

Di rojên ku Erebên Iraqê erêkirinên xwe li ser serbestiya...

 

Avesta-Di rojên ku Erebên Iraqê erêkirinên xwe li ser serbestiya kolan û firotina Patrolê li Kurdistanê
nadin , Iranê destdirêjiyên xwe di nav Iraqê de dike û Patrola Iraqiyan didize .

Li gorî heyeta dirustiyê ( NEZAHET ) ya hikumeta Iraqê bi serokatiya Ferec Mûsa di rapora xwe
ya dawiyê de ragihandiye û dibêje ku di nav van demên tevlihev de, Iranê destên
xwe daniye ser / 15 / bîr û kaniyên Patrolê yên di hundir Sînorê Iraqê de , û dîsa

درێژه‌ی بابه‌ت...


Friday 4 January 2008
vejin

Tirkiyê Youtube qedexe dike

Aran Perînas-Xwedîyê Youtube Google di malpera xwe de klîbên muzîk û videoyan diweşîne. Malpereke bê sansur e. Ev jî bûye sebekeke gelek mezin ji dewletên wek Çîn, Taylanda û Tirkiyê, gelek kes kêmasîyên dewletî û kemasîyên sîyasetmedaran eşkere dikin.

....Li gorî Reuters, qismekî mezin ji wan videoyan bi dîzî dikşînin piştre jî

درێژه‌ی بابه‌ت...


Nameya Kebûdvend Ji Bo Wijdanên Giştî, Xelkê Îranê Û Kurdistanê

Thursday 27 December 2007
vejin

 

Mihemedsidîq Kebûdvend, Serokê Rêxistina Parastina Mafê Mirovan li Kurdistanê, di nameyekê de ku ji girtîgeha Êvînê re ji bo wijdanên giştî, xelkê Kurdistan û Îranê şandiye, serbarê îşarekirin bi damezrandina rêxistina han, li gor benda 1’ê a

madeya 2’an ya Carnameya Gerdûnî ya Mafê Mirovan û yasayîbûna çalakiyên vê saziyê li gor madeyên 19 û 28’an a carnameya han, nivîsandiye: “Tu yek ji çalakiyên “RMMK”ê tawan ninin û çalakiyên han weke gavavêtin li dijî ewlehiya neteweyî û hevkarî û hevdengbûn tevî neyarên rejîmê nahê hesibandin”.

درێژه‌ی بابه‌ت...


Gul dibêjit mafê Turkîye ye li bakora Iraqê kiryarên leşkirî dijî serheldayên Kurd biket

Monday 3 December 2007
vejin

 

 


 

Serokê Turk Ebdullah Gul dibêjit mafê Turkîye ye li bakora Iraqê kiryarên leşkirî dijî

serheldayên Kurd biket.

Birêz Gul roja Yekşembî li Ankara ev axaftine kir, rojekê piştî leşkirê Turk ragehand ku zîyaneka mezin gehandîye serheldaya li devera tuxîvî ya nêvbera Turkîye û Iraqê.

Leşkirê Turk ragehand ku hêriş kirye ser giropeka 50 bu 60 serheldayan li bakora Iraqê.

Karbidestên herêmî yên Kurd li Iraqê dibêjin serbazên Turk nehatîne nav bakora Iraqê.

Herwesa leşkirê Turk roja Yekşembî ragehand ku du serheldayên Kurd roja Şembî li devera Şirnexê hatin kuştin

http://www.voanews.com/kurdi/2007-12-02-voa2.cfm.



DTP serokekî nû ji xwe re hildibijêre

Sunday 21 October 2007
vejin

Cemal Başkon endamên berpirs yê partiya civaka demokrat li Tirkiyê DTP

ragihand ku partiya wî destpê kiriye konfiransên xwqe yê parêzgeh û navçeyan li Kurdistan û Tirkiyê lidardixe, daku pişte kongira xwe ya ne asayî pêkbîne.

Başkon di axaftibeke bê Rojnameya ASO de diyar kir ku mebesta lidarxistina vê konfiransê hilbijartina serokekî nû bo DTPê ye, piştî Ehmed Turk ji karê xwe i

stîfa kir û tevlî lîsteya Krudên serbixwe bû bo hilbijartinên perlemanê Tirkiyê ên beriya demeke ne dirêj pêkhatibûn.

Başkon di axaftina xwe de raxne li dadgeha Tirkiyê kir derbarê girtina du endamên DTP di perlemana Tirkiyê de.

http://www.asoxandan.com/Direje_L.asp?Babet=Hewal&Jimare=963



Parlamentoya Rusyayê ji tirkan re got: Rawestin!

Wednesday 17 October 2007
vejin

Parlamentoya Rûsyayê Dumayê îro bi biryarekê dawe li hukumeta Tirkiyeyê kir ku bi mebesta lipeyçûna hêzên PKK-ê êrîş neke

ser Kurdistana azad 

Parlamentoya Rûsyayê Dumayê îro bi biryarekê dawe li hukumeta Tirkiyeyê kir ku bi mebesta lipeyçûna hêzên PKK-ê êrîş neke ser Kurdistana azad.

Biryara Dumayê bi 330 dengan hat qebûlkirin. Biryar destnîşan dike ku êrîşkirina eskerî ya ser çekdarên PKK-ê li nav axa Kurdistana federe ê bibe sedemê aloziyeka betir li herêmê û encamên wê ê ji bo Tirkiyeyê jî nebaş bin.

Endamên Dumaya Rusyayë dawe li hukumeta tirk kir  berî girtina rêûşûneka zÊdetir şerê li dijî teorê li derveyî sînorÊn xwe, baş hilsengîne û bipîve, tekïd kir ku pêwist e Tirkiye hay ji encamên wî şerî hebe.

http://www.netkurd.com/nuce.asp?id=9253



Parlamenterên kurd li dijî plana tirkan in

Tuesday 16 October 2007
vejin

STENBOL, 16/10 2007 — Hikûmeta AKP-yê dixwaze ordiya tirkan operasyoneka leşkerî li xaka başûrê Kurdistanê pêk bîne lê parlamenterên kurd ne digel vê daxwazê ne. Parlamenterên kurd yên Şirnex, Batman û Diyarbekirê li dijî tezkereya hikûmeta AKP-yê dengê xwe bilind kirin.

Piştî ko parlementerê kurd yê Diyarbekirê Ihsan Arslanî (AKP) nerazîbûna xwe li himberî operasyoneka li başûrê Kurdistanê diyar kir, duhî parlamenterê AKP-yê yê Batmanê Ahmet Înalî jî dengê xwe li himberî tezkereyê bilind kir û got:

— Dê operesyoneka leşkerî ti encaman bi dest ve neîne.

Ji aliyê dî ve parlamenterê Şirnexê, Velî Seydaoglu (Şêx Welî) diyar kir ko ew hêj nû ji Şirnexê hatiye û got xelkê kurd li dijî operasyoneka bi vî rengî ye.

PKK tenê hêcet e ji bo tirkan, armanca esasî ya dewleta tirk ew e ko rê li ber serxwebûna başûrê Kurdistanê û serweriya wê bigire û nehêle Kerkûk bikeve ser Kurdistanê. Ji bo vê jî Tirkiye hertim PKK-yê wekî hêcet bi kar tîne. PKK li himberî serweriya Kurdistanê wekî karteka 'efektîv' e.

Parlamenterên DTP-ê bi aşkere li dîjî tezkereya hikûmeta Erdoganî derdikevin; tirsa tirkan ya esasî ji parlamenterên kurd yên AKP-yî ye.

Vêca ji hemî parlamenterên kurd û yên xudanwijdan têt hêvî kirin ko dengê xwe li dijî vê tezkereyê derxin û wê jî wekî tezkereya adara 2003-yê vala derxin. Her divê kurd maskeya Erdoganê takiyecî ji serî bikin û wî şiferût li ber destê generalan bihêlin.

http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=1&ArticleNr=2530



Îtalya Xelat da rojnamevanên Kurd-mehkûmên îdamê

Monday 15 October 2007
vejin

Avesta-Her du rojnamevanên Kurd ku li Iranê girtîne û mehkûmên îdamê ne, Ednan Hesenpûr û Hîwa Botîmar, li Îtalya hatine xelatkirin.

Berpirsiyarê Kîmeteya Azadiya Çapemeniyê ya Îtalya Steffano Machelli ji medyayê re ragihand ku wan her du rojnamevanên Kurd layîqî Xelata Azadiya Çapemeniyê ya sala 2007 dîtine...

Xelat wê meha 11 ji bo malbata her du rojnamevanên li Iranê girtî were pêşkêşkirin.

Rojnamevanên Kurd berî 3 mehan li Iranê bi sûcê casûstî û xiyanetê hatibûne girtin û bi cezayê îdamê hatibûne mehkûmkirin.Ednan Hesenpûr berpirsiyarên rojnameya hefteyî ASO bû.

Osman: ' Wê rêketinameyê Tirkiye teşwîq kiriye ku rewşê wiha aloz bike ku niha dibînin'

Sunday 14 October 2007
vejin



Endamê Parlementoya Iraqê yê ser bi Lîsteya Hevpêmaniya Kurdistanê Dr. Mehmûd Osman di derbarê tehdîdên berdewam ên Tirkiyê bo ser Herêma Kurdistanê û derbaskirina sînorê Herêmê, rexne li Hikûmeta Tirkiyeyê girt û daxwaz ji Hikûmeta Bexdayê kir ku wê rêketinnameya li gel Tirkiyê bila ber çavan derbas bike.

Di derbarê rêketinameya navbera Iraq û Tirkiyê de Osman di pêwendiyeke telefonî de li gel ajansa nûçeyan a Dengên Iraqê de got:Wê rêketinameyê Tirkiye teşwîq kiriye ku rewşê wiha aloz bike ku niha dibînin.

Her wiha Osman aşkere kir ku Lîsteya Hevpêmaniya Kurdistanê dê piştî cejnê daxwazekê bixe pêşiya Civata Nûneran a Iraqê bo ku wezîrê navxwe yê Iraqê bixwazin Parlementoyê da ku ronahiyê bixe ser wê rêketinameya ewlehiyê ku li gel Tirkiyê îmza kiriye.
Osman bi bedewamî got:Tirkiyê rêz li wê rêketinamyê negirtiye lewre divê Hikûmeta Iraqê rêketinameyê ber çavan derbas bike.

Hêjayê gotinê ye wezîrê navxwe yê Iraqê Cewad Bolanî di dawiya meha borî de rêketinameyek li gel Hikûmeta Tirkiyê îmza kir

ku rê bi Tirkiyê de, piştî razîkirina Hikûmeta Iraqê, bo şerê li dijî çekdarên PKK-ê, sînorê Iraqê derbas bike. pukmedya 

http://www.rizgari.com/modules.php?name=News&file=article&sid=10415



Kurdistanî - ZAROKÊN AMEDÊ LI KÊLEKA ALAYA KURDISTANÊ SIRÛDÊ EY REQÎB GOTIN

Sunday 14 October 2007
vejin

 
 PNA – Tîpa mûzîka zarokên kurdên Amedê piştî ku li Amerîka beşdarî di festîvala mûzîka cîhanî de kirin, li kêleka alaya kurdistanê sirûdê Ey Reqîb gotin.

Li angora malperra Kurdnet û ajansên Turkiyeyî, piştî ku tîpa mûzîka zarokên kurdên Amedê bi awayekî fermî ji alîyê balyozxaneya Amerîka ya li Ankara ve hatibû daxwazkirin, ku beşdarîyê di evê festîvala cîhanî ya mûzîkê de beşdarîyê bike – ku ji 03 heta 07 ê evê mehê berdewam bû – evê tîpê çend stiranên dinên kurdî jî ji amadebûyan re pêşkêş kir.

Tîpa Mûzîka Zarokên Amedê jî bi ser şarevanîya Amedê ve ye û ji 15 endaman pêk dihê û bi heşt zimanan.. Kurdî, Turkî, Englîzî, Almanyayî, Rûsyayî û... stiranan dibêje.

http://www.peyamner.com/details.aspx?l=5&id=33237



Xelata aştiyê ya Nobelê Al Gore û Pachauri girt

Friday 12 October 2007
vejin

Cigirê serokê DYA ê berê Al Gore û Panela Guhertina Klîmatê ya Neteweyên Yekbûyî (IPCC) bûn xwediyê xelata aştiyê ya Nobela 2007an

Xelata aştiyê ya Nobelê îro li Peytaxta Norvecê li Osloyê hat diyarkirin. Cigirê serokê DYA ê berê Al Gore û serokê Panela Guhertina Klîmatê ya navnera hukumetan a organa Neteweyên Yekbûyî (Intergovernmental Panel on Climate Change -IPCC),  Rajendra Pachauri bûn xwediyê xelata aştiyê ya Nobela 2007an. 

Al Gore û Rajendra Pachauri  ji ber xebata xwe ya li dijî  ”Tînbûna Global” xelata aştiyê wergirtin.

Al Gore di sala 1948 de hat dinê. 1976an bû endamê civata nûneran.Ji sala 2002 û heta sala 2001ê  bû cigirê serokê Amerîkayê Bill Clinton.r. Di sala 2000î de li hember George Bush hilbijartinên serokkomariyê wenda kir.

Rajendra Pachauri kî ye

Rajendra Pachauri ji Hîndîstanê  û mihendisê îndustirîyê ye. Di sala 2002N Bû Bû serokê IPCC. Di sala 2001an de li hember boykota şîrketa Exxonmobil ya amerîkayê navê wî hat bihîstin. Di heman demê de serokê şîrketên petrola hîndîstanê ye.


IPPC (Intergovernmental Panel on Climate Change -IPCC),di sala 1988an ava bû bi bi hevkariya programa jîngehê ya neteweyên yekbûyî (UNEP)û organisazyona meteroolojiya cîhanê (WMO) kar dike.

http://www.netkurd.com/nuce.asp?id=9191


UN nivîsîngehên xwe li Duhok û Silêmaniyê jî vedike

Wednesday 10 October 2007
vejin

Dîndar Zêbarî rêkxirê karûbarê hikûmeta Herêma Kurdistanê li UN ragihand ku UN dê rola xwe li Kurdistan û Iraqê zêde bike, nexasim di warê çandinî, xwendin û avadanê de.
Zêbarê di axaftina xwe bo Rojnameya ASO de got ku zêdeter ji 10 ajansên UNê li Herêma Kurdistan û Iraqê kar dikin , di riya hemahengiyê bi herdu hikûmetan de.
Her weha bal kişand ser pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Neteweyên Yekgirtî (UN) û ew buha nirxand.
Zêbarê got ku baregehên UN niha li Hewlêrê ne û di demeke nêzîk de nivîsîngehên wê li Silêmaniyê û Duhokê jî tên vekirin, daku pêwendiyên di navbera Herêmê û Neteweyên yekgirtî de bilindtir bibin.

http://www.asoxandan.com/Direje_L.asp?Babet=Hewal&Jimare=951



Kurdistanî - HÊZÊN TURKIYE KOÇBÊRÊN KURD BI RÎSÎ VEDGERÎNINE VE KURDISTANÊ

Tuesday 9 October 2007
vejin

 
 PNA-Xidir dûmilî / Duhok : Jêderekê berpirs ji asayişa gumirka Îbrahîm Xelîl bo ajansa Peyamnêr ragihand : di demê meha derbazbûyî de desthelatdarên Turkiye sê komên koçberên nefermîyên herêma Kurdistanê bê kinc û bi rîsî rewaneyî herêma Kurdistanê kirine , ji alîyê xwe ve koçberan amajekiriye wê çendê ku piştî binçavkirina wan desthelatdaran di bin gefên çekî de ew neçarkirine ku kincên xwe ji ber xwe bêxin û bi rîsî û bi avjenîyê ji rûbarê xabûrî derbazî nêv axa herêma kurdistanê bibin .
Jêderê asayişa gumirka Îbrahîm Xelîl ku nexwest navê wî eşkere bibe gote ajansa Peyamnêr : eve cara êkê ye ku karbidestên Turk bi vî awayî serederyê digel koçberên kurd diken , ev serederye jî bûye sedema ziyanan û nexoşîyan ji egera tirs û sermayê .

http://www.peyamner.com/details.aspx?l=5&id=32892



700 malbatên erebên hinartî vedigerîn parêzgeha Selahadînê

Monday 8 October 2007
vejin

700 malbatên erebên hinartî vedigerîn parêzgeha Selahadînê   


140Hate ragihandin ku heta niha 700 malbatên erebên hinartî yên Selahadînê ku li Kerkûkê nîştecîne, amadebûna xwe derbirîne bo vegerîna cihên xwe yên berê û 61 malbatên ereb yên din jî rizamendiya xwe nîşan dane bo vegerîna parêzgeha Selahadînê.

Duhî li bajarê Kerkûkê civîneke hevbeş di navbera Ofîsa Kerkûkê ya Lîjneya Bilind ya Bicihanîna Madeya 140 û şandeyek ji parêzgeha Selahadînê de hate sazkirin.

Di civînê de amaje dan bi wê yekê ku 61 malbatên ereb yên hinartî yên din jî rizamendiya xwe nîşan dane bo vegerîna parêzgeha Selahadînê ku di esil de xelkê Selahadîn in û di çarçoweya siyaseta erebkirin ya rejîma Baasê, li Kerkûkê hatine nîştecîkirin.

Di civînê de hate ragihandin ku heta niha 700 malbatên hinartî yên Selahadînê ku li Kerkûkê nîştecîne, amadebûna xwe derbirîne bo vegerîna cihên xwe yên berê.

Ji aliyeke din ve rojane bi dehan malbatên ereb yên hinartî bi çekên pere ve tên qerebûkirin.

Parêzgeha Selahadînê dikeve Bakûrê Rojavayê Bexdayê û navenda parêzgahê jî bajarê Tîkrît e.

http://pukmedia.com/kurdi/index.php?option=com_content&task=view&id=2151&Itemid=1



Hejmarek Zaf Ji Hêzên Sipaha Pasdaran Li Binkeyên Leşkerî Ên Bajarê Seqizê Hatine Cihgirkirin

Sunday 7 October 2007
vejin

 

 

Malpera “IRANPRESS NEWS”ê di nûçeyekê de belav kir, roja înê 5’ê Çiriya Pêşîn a 2007’an du Gurdanên Sipaha Pasdaran ji bajarên Miyanduav û Bonabê û 5 Gurdanên din ji Hemedanê ji binkeyên Leşkerî ên bajarê Seqizê re hatine şandin û di Padigana Navendî û Padigana Henzel a vî bajarî de hatine cihgirkirin.

Hêj sedema cihgirkirina ev hejmara zaf ji hêzên rejîmê ku di
çend salên  dawiyê de bê mînak bûye, rohn û eşkere nebûye. Li gorî çavkaniya nûçeyê, ev nûçeye ji aliyê Sipahiyên xwecihî hatiye dayîn û tê gotin ku sedema sereke ya komkirina wê hemû hêzê, vedigere bo tirsa Komara Îslamî ji egera êrîşa leşkerî a Amerîkayê bo ser Îranê û piştî wê yekê çêbûna aloziyê li Kurdistanê û egera serhildana xelkê li pey vê êrîşê de be.
http://www.kurdistanmedia.com/kurmanci/nuce/file/997.php


B.Salih:"Kerkûk bi sloganan venegere ser Kurdistanê"

Friday 5 October 2007
vejin

SALİH  

Qaşo serkirdayetiya kurd tiştek bo Kerkûk û madeya 140 nekiriye, bi berevajî em dizanin ku paşeroja me li ser Kerkûkê ye lê gavên jîrane û aram divê.

Duhî li hola şehîd Omer Debabe ya Malbenda 14-ê rêxistina Koyeyê, cîgirê sekreterê giştî yê YNK Berhem Ahmed Salih, bi amadebûna berpirsê malbendê Şêx Elî Heme Salih, kargêr û endamên malbendê, semînereke fireh bo berpirsên hizbî û hukimî ên sinorê saz kir.

Di semînerê de Salih qala girîngiya derbaskirina vê qonaxa niha ya Iraq û Kurdistanê kir û li ser projeya Josef Baydin û biryara kongreya Amerîkayê, axivî û aşkere kir ku me kurd divê siyaseteke me ya hekîmana(jîr,biaqil) hebe di nav dewletên cîran, neteweyên ereb û tirk û fars de da ku bikaribin mafên xwe bi dest bixin.

Di derbarê madeya 140 jî got: Nabe wek hin rojname behs dikin, hûn jî wiha bizanin ku serkirdayetiya kurd tu tiştek bo Kerkûk û bicihanîna madeyê nekiriye. Bi berevajî em wiha dizanin ku berjewendî, xebat û paşeroja me li ser Kerkûkê ye û ev bajêr bi slogan û axaftinê nayê wergirtin, gavên jîrane û aram divê. Bo wê armancê jî çi serok Talebanî û çi serok Barzanî çi serkirdeyên din ên kurd, hertim çavdêriya gavên bicihanîna madeya 140 û vegera deverên veqetandî dikin bo ser herêma Kurdistanê.

Her weha got: Tu guman tê de nûne ku divê ew dever vegerin ser herêma Kurdistanê çimkî di bengeh de axa Kurdistanê ne.

http://pukmedia.com/kurdi/index.php?option=com_content&task=view&id=2102&Itemid=1



Nêvdewletî - WHO DAXWAZ JI CÎRANÊN IRAQÊ KIR KU XWE JI BO BELAVBÛNA NEXWEŞÎYA KOLERA AMADE BIKIN

Thursday 4 October 2007
vejin

 PNA – Rêxistina WHO (Rêxistina Tendiristîya Cîhanî) ji dewletên cîranên Iraqê re ragihand, ku dibe nexweşîya kolera derbasî nêv welatên wan jî bibe û gerek ew ji niha ve xwe jê re amade bikin. WHO di daxuyannameya xwe ya di evê bareyê de da zanîn, ku êdî ev nexweşî li Iraqê belav bûye.

WHO di daxuyannameya xwe de dibêje, ku pirranîya ewên ku bi evê nexweşîyê kevtine xelkên parêzgehên Silêmanîyê û Kerkûkê ne, belê li parêzgeha Dîyala jî hejmarên nexweşan pirr dibin.

Nexweşîya kolera bêtir ji ber vexwarina ava pîs û nepaqijîyê belav dibe û WHO da xuyakirin, ku torrên avê yên Iraqê pellişî û rizyayî ne.

http://www.peyamner.com/details.aspx?l=5&id=32359



Qubadî xealata Grand Prixê girt

Wednesday 3 October 2007
vejin

 

 Image

 

 

 

 

 

Derhênerê Behmen Qubadî bi fîlmê xwe Nîvê Heyvê li Festîvala Fîlman a Avrasyayê ku li Kazakistanê li dar ket xelata Grnad Prixê girt.

Festîvala Fîlman a Avrasyayê di navbera 22-29'ê rezberê li Almaataya Kazakistanê li dar ket. Di festîvalê de Qubadî xelata Grad Prixê girt.

Fîlmê “Nîvê Heyvê” ku çîroka hunermendê kurd Memo pêşkêş dike, heta niha li gelek cihan xelat girtibû.

Lehengê fîlm Mamo dengbêjek extiyar û navdar e. Piştî 35 salan Mamo destûrê digire ku here Başûr û li Hewlêrê konsere bide. Mamo kurên xwe yên muzîkar berhev dike, dikeve rê lê hemû bela li ser rê derkevin pêşberî wî.

ANF

http://www.beroj.org/index.php?option=com_content&task=view&id=286&Itemid=2 

 


Dadgeh kirina bergumanên kuştina Hrant Dînk berdewam e

Tuesday 2 October 2007
vejin



Piştî bêhnvedana li meha heft îro dadgeheke Tirkan, doza li dijî 19 bergumanan berdewam kir.  Ew berguman bi şika kuştina rojnamevanê Ermenî yê ku li Tirkîye dijîya hatibûn girtin

Duşema îro çendsed piştevanên rojnamevanê kuştî Hrant Dînk li derveyê dadgeha Stenbolê kom bûn û daxwaza dadê kirin.

Dînk li meha yekê li derveyê nivîsgeha xwe ya li Stenbolê hatibû kuştin ku dibêjin ji alîyê xortekî 17 salî yê ku sûc xistîye stuwê xwe ve hatibûye kuştin.


Malbata Dînk rayedarên Tirk gunehbar dikin ku baş vekolînê li ser wê dozê nakin.  Ew herwisa îddîa dikin û dibêjin dibe ku heya hêza tenahîya Tirkî ji nexşeya kuştinê hebûye.


Dezgehên ragihandina Tirkîye roja şemîyê axaftineke ser telefonê belav kir ku tê de karbidestekî polîsan piştî kuştinê bi yek ji wan bergumanan re dipeyive.  Wezareta Navxweyî ya Tirkîye lêkolînê li ser wê tomara qesedê dike.


Par cezayê şeş mehên zindanê yên bi şert dabûn Dink bi egera piçuk kirina kesayetîya niştimanî ya Tirkîye.

Tirkîye înkar dike ku Osmanîyên Tirk qira Ermenîyan hanîbûn.  Tirkîye dibêje di dema Şerrê Yekem yê Cîhanî û têkçûna Împaratoryîa Osmanî da hejmareke mezin ji Ermenîyên Xirîstîyan û Tirkên Misilman mirine jiber şerrê nijadî.
http://www.voanews.com/kurdi/2007-10-01-voa1.cfm





ته‌واوی په‌ڕگه‌کانی وێبلاگ

دواترین | په‌ڕگه‌ی 1 له‌ 8 | ‌په‌ڕگه‌ی ڕابردوو

کورته‌یه‌ک


gişti kurdi
سه‌ره‌تا
زانیاری
ئه‌لبۆمی وێنه‌کان
ئه‌رشیڤ
بایه‌که م وێبلاگ بین
بیخه‌ لیستی دڵخوازه‌کان
بلاگە بەرۆژ کراوەکان

لۆگۆی وێبڵاگ


vejin

نووسه‌ر‌ان


دۆستان



هاوپۆله‌کان



رۆژگه‌لێك


«  December 2008  »
MonTueWedThuFriSatSun
1234567
891011121314
15161718192021
22232425262728
293031 


بابه‌ته‌کان


- Pelê payîzê
- Iran petrola Iraqê didize
- بێ ناو
- Nameya Kebûdvend Ji Bo Wijdanên Giştî, Xelkê Îranê Û Kurdistanê
- Gul dibêjit mafê Turkîye ye li bakora Iraqê kiryarên leşkirî dijî serheldayên Kurd biket
- DTP serokekî nû ji xwe re hildibijêre
- Parlamentoya Rusyayê ji tirkan re got: Rawestin!
- Parlamenterên kurd li dijî plana tirkan in
- Îtalya Xelat da rojnamevanên Kurd-mehkûmên îdamê

لینکه‌کان

لێره‌و له‌وێ‌

:
RSS بۆ بڵاگ
RSS بۆ پۆدکه‌ست