Monday 1 October 2007
vejin
Serwext-Amed,01.10.2007
Dozgeriya Komarî ya Amedê, doz a lêkolînê hemberê Konferansa Kurd li Amedê ku ji alî Baroya Amedê û Weqfa Heinrich Böll a almanî ve di 29-30ê meha îlonê de hatî lidarxistin vekir. Dozgeriyê ji dezgehên polîs, ewleyî û asayisa Amedê xwest ku ew video û filmên di Konferansê de hatî kişandin teslîmî dozgeriyê bibin. Li gor vê lekolînê ger ”êrîşek” hemberê destûra Komara Tirkiye bête dîtin, dê doz hemberê organîzator, axafvan û panelîstên Konferansê bête vekirin.Di Konferansa Kurd li Amedê de, gelek siyasetvan, akademisyen, nûnerên dezgehên siwîl, nûnerên rêxistinên jinan, zanyar û rojnamevan ji: Elmanya, Ispanya, Amerîka, Irlanda, Tirkiye ve amede bû bûn. http://www.serwext.com/index.php?module=announce&ANN_user_op=view&ANN_id=1424
Sunday 30 September 2007
vejin
Nûçe -DYE ji bo şerê li hemberî Îranê balafirên xwe yên şer li qada xwe (us/wargeh) a li Bulgarîstanê bi cî
dike. Li usa/wargeha Graf Ingatievê amadekariya Emerîkayê destpêkiriye. Di gava pêşî de 16 balafirên F-16 û 3 balafirên naqilkirinê bi cî dibin, dibêje nûçeya Monitor ê. Rojname li peytextê Bulgarîstan, li Sofyayê derdikeve. Li gorî rojnamê, şer dê ji aliyê General Michael Mausly ve bê îdarekirin. Amadekariya DYE di bin navê Rodopski Kopie-07 dibe û amadekarî dê çiriya pêşîn (oktober) de bi dawî were. Plana şer piştî îcazeya Hikûmeta DYE dê bi destê wezareta parastinê bête pêkanîn.
General Mausly di dema oparasyona 2001 î a Iraqê de, plana Firtoneya Çolê birêve biribû. Mausly komek xwe a plan û birêvebirênê heye û nêzîkayî û têkiliyên xwe bi Birca Sipî re pir baş e (Zarathustra News)
http://www.urmiye.com/modules.php?name=News&file=article&sid=2024.
Saturday 29 September 2007
vejin

Rizgarî Online/ Li gor nûçeya rojnama Hurriyet, rojnameyekî li tirkîyê derdikeve, du lêgerên Emerîkî babeta çekên Emerîkî li destê PKKê dihilkolînin. Du lêgerên derece bilind ê wezaretên berevanî û karên derveye Emerîka bo hilkolandina mijara gihiştina çekên Emerîkî bi destê hêzên PKKê çûn Enqerê.
Li gor rojnama Hurriyet'ê ya roja Îniyê nivîsîye: Ev du lêgerên Amerîkî wê ser mijara istifadeya hêzên PKKê ji çek û amîrên Emerîkî digel karbidestên Tirkiyê got û bêj bikin.
Bi dû hindê ku çek û çekên pêşketî yê Emerîka li destê hêzên PKKê da peyda bûn, Tirkiyê ji Amerîka xwest ser vê babetê bersîvê bide.
Karbidestên Emerîkayê dibijin ev çekane li Iraqê da hatine dizîn, lê karbidestên Tirkiyê dibêjin îtirafa hindek hêzên PKKê ku hatine girtin, nişan dide ku Emerîka li mijara peran û sîlaha pişta PKKê digire. http://www.rizgari.com/modules.php?name=News&file=article&sid=10170
Çavkanî: RT-Beşakurdî
Friday 28 September 2007
vejin
Di 14 ê temuzê de li Enqerê piştî niqaşên giring, Tirkiyê û Îranê li ser belgeyek e lihevduhatinê dîtina xwe kirin yek û belge ji aliyê Wezîrê Enerjiyê û Kaniyên Xwezayî Hilmi Güler û Wezîrê Neftê Kazim Veziri Hamaneh ve hatibû îmzekirin. Di destpêkê de 3 bendên peymanê hebû, lê paşê çend bendên din jî lê zêde kirin. Li gorî peymana livehatinê:
- Herikandina kaniyên enerjiyê ji Îranê (gaza turkmena jî di nav de) hetanî Tirkiyê û Ewropayê - Kirîna 3-6 milyar kîlowat saet elektrikê ji Îranê - Avakirina sentralên gazî ji aliyê Tirkiyê, li ser xaka Îranê - Avakirina santralên elekrtika-hîdro ji aliyê Tirkiyê, li ser xaka Îranê - Li herêma Parsê xebatên Tirkiyê ji bo peydekirina gazê û terxandina aboriyek e mezin ji bo xebatên peydekirin/herikandina gazê...
Belgenameya hatibû îmzekirin, bingeha peymanek e aboriyê di navbêra Îran û Tirkiyê de ye. Pêyman ji awira aborî ve pir mezin e û diravên bên terxankirin bi mîlyar dolaran tê hesibandin/îfadekirin. Îran bi vê peymanê dixwaze bazarên alternatîf pêk bîne, ambargoyên aborî ku ji aliyê UN, DYE û EU têne rojevê nenas e, îtîfaqek e nû ava bike, ji bo projeyên pêşxistina projeyên nukleerî kaniyên xwe yên aboriyê xurt bike û ji ber boykotên li hemberî xwe ku ketiye tengasiyê hilmekê/nefesekê bistîne...
Lê Meclîsa Emerîkayê -DYE di 1997 an de ji bo pêkanîna ambargoyê li hemberî şîrket/fîrmayên bi Îranê re zêdeyî 20 milyon dolaran kar bikin, qanûnek pêşniyarî pejirandibû. Qanûn weke tawsiyekî dihate qebûlkirin. Lê niha hejmarek mezin ji endamên meclîsê bicîanîna qanûnê qebûl kirin û qanûn di pratîkê de dixebite. Li gorî vê qanûnê, gelek şîrketên Tirkiyê û belgeya hatiye îmzekirin dikeve ber ambargoya DYE.
Aborînasên pirsê tînin zimên ku, peymana Îranê bi Pakîstan û Hindîstanê re li ser xeta enerjiyê heye. Hindîstanê li ser vê pirsê gav bi paş ve avêt û pasîv bû. Bi DYE re li ser têkiliyên nukleerî li hev kir û têkiliyên xwe û yê Îranê bi sînor kir. Beşek ji şîrketên fransî jî dikeve ber ambargoyê û pirsa wan dê were rojevê. Rusya naxwaze ku Tirkiyê rolek e mezin li ser neqilkirina enerjiyê bilîze. Li Tirkiyê, şîrketa dewletî a lêgarîna petrolê TPAO dê têkeve ber ambargoya Emerîkayê. Paşê beşek mezin ji şîrketan dê ji ber ambargoyê karê xwe xirab bibin.
Biryara meclîsê di demek e wisan derket ku serokwezîrê Tirkiyê û Îranê li Emerîkayê bûn. Yekîtiya Netewan-UN ê jî biryara xwe a ambargoya li hemberî Îranê mîna a DYE bû. Li gorî biryara UN ê, şîrketên zêdeyî 20 milyon dolara bi Îranê re kar bikin, ew dê têkebin ber ambargoyê.
Tirkiyê pêwîstiya xwe bi enerjiyê heye. Dixwaze di herêmê de rolekê mezin wergire. Şîrketên Tirkiyê yên mezin dixwazin bi Îranê re peymanê bi cî bînin. Lê wisan xuyanî dike ku, biryara Tirkiyê û şîrektên Tirkiyê li dijî DYE û UN ê dikare şîrketên tirka têxe tengasiyê û wan ji bazarên mezintir îzole bike.
Li gorî DYE û welatên pêşketî, Îranê ji ber xebatên xwe yên nukleerî tehdîtek mezin li hemberî ewlekariya cîhanê pêk tîne. Pêwîst e xebatên wê bê kontrol kirin. Îran kontrolek e wisan bipejirîne jî, piştî demekê weke xwe dike û xebatên xwe yên nukleerî berdewam dike. Pêwîst e biryara ambargoyê cidî bê girtin û raçavkirin.
Rewşa Îranê ji ber pirsa mafê mirova jî zêde baş xuyanî nake. Cezekirina zarokan bi îdamê û cezekirin û kûştina jina bi keviran li Îranê berdewam e. Li dijî mafê sendîka, çapemenî û mafên demokrasiyê çi pêwîst be dike, jin tên girtin û mêr têne îşkencekirin. Rapora Amnesty International piştî hilbijartina Mahmud Ahmedinejadî pêşketina mafê mirovan li welêt wisan dinirxîne: Piştî hilbijartina Ahmedinejadî jî çi guhertin ji bo raçavkirina mafê mirovan pêk nehatiye, rewşa Îranê pir xeraptir bûye. Beşek mezin ji kesên muxalîf di zîndanê de ne û dadgehkirina wan ne bi şêweyekî adalet dibe. Cezayê îdamê bûye navgînek îşkecekirinê. Rejîma Îranê polîtîka xwe a hişk li hemberî hizirkirina azad, ol û netewên cewaz didomîne. Mafê jinan tê pêlkirin. Rojnamevan û hiqûqvanên ji bo mafê mirovan dixebitin di bin tehdîta dewletê de ne. Li Herêma Kurda mafê mirovan her roj tê pêlkirin û kirinên neînsanî tê bikaranîn. Li Îranê di şeş mehê dawî de 69 kes hatin îdamkirin. 7 jin bi keviran hatine kûştin/îdamkirin.
Gelek îdîayên mezin ji bo Îranê têne holê ku, Îran piştgiriya komên ekstrêm yên îslamî dike. Ji ber çalakiyên wan komên ekstrêm, aramiya heye tevlîhev dibe û pêkanîna ewlekariyê li herêmê dijwartir dibe.
Helwestên Îranê ji bo peydekirina îtîfaq û bazarên nû zêde serkevtî xuyanî nake. Îran ji ber pirsa mafê mirovan û çareseriya Pirsa Kurd gavên însanî û guhertinên polîtîk nake. Ev yek muxalefeta hundir mezintir dike. Xebatên nukleerî dê nikarîbe bê
hevkariya welatên pêşketî ser bikeve. Îran bi van kirinên xwe her ku diçe li cîhanê îzole dibe û tenê dimîne http://kurdwebb.com/index.php?id=1056.
Thursday 27 September 2007
vejin
Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Ednan Muftî û şandeya pê re, bi armanca beşdarbûna Konferansa Navdewletî ya Romayê ya li ser rola civata federal li Iraqê û çawaniya damezrandina jûra duyê li parlamentoya Iraqê, îro gihîştin Romayê paytexta Îtalyayê. Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Ednan Muftî bi armanca beşdarbûna Konferansa Navdewletî ya Romayê ya li ser rola civata federal li Iraqê û çawaniya damezrandina jûra duyê li parlamentoya Iraqê wek di madeya 65-ê destûra Iraqê de hatiye diyarkirin, digel şandeyeke ku pêkhatibû ji endamên parlamentoyê Ewnî Bezaz,Mihemed Îsmaîl û Rojan Ebdulqadir û serokê rêxistina hevpaymaniya navdewletî ji bo dadperwerî Bextîyar Emîn û endama parlamentoya Iraqê xatûn Sefiye Suheyl û rawêjkarê ragihandinê Tariq Cewher Sarmemî, îro gihîşte Romayê paytexta Îtalyayê. Şande li balafirxaneya Romayê ji aliyê balyozê Iraqê yê li Îtalyayê hate pêşwazîkirin. Paşe jî li hola mêvanan ji aliyê serokê parlamentoya Iraqê Mehmud Meşhedanî, cîgirê wî Arif Teyfûr û hejmarek ji parlamenterên iraqî ve hate pêşwazî kirin. Biryara e konferans li rojên 26-27ê îlônê li baregeha parlamentoya îtalyayê dest pê bike.pukmedia http://www.asoxandan.com/Direje_L.asp?Babet=Hewal&Jimare=920
Wednesday 26 September 2007
vejin
Îran û Sûriyê bi hevudû re di meha temuzê de li Sûriyê fuzeyek e nû tecrube kirin. Li gorî îdîaya kovara jane Defence Weekly, teknîkerên Îran û Sûriyê xwestin serekî kîmyewî li ser fuzeyekî Scud siwar bikin. Lê tecrubekirina wan bi ser neket û bombe di dema tecrubekirinê de di nav destên wan de teqiya. Gaza jehrîn a sarîn li wan deveran belav bû û bû sedem ku, hejmarek bilind muhendîs û leşkerên Îran û Sûriyê bimirin.
Kovarê anî zimên ku, ev teqîn delîl û ispata herî mezin e ku Îran û Sûriyê çekên qedexekirî û yên tevkujiyê çêdikin û pêş dixînin. Berî niha nûçeyên cewaz li ser xebata Sûriyê ji bo peydekirin û çêkirina çekên nukleerî belav bûbû.
Pisporên herêmê tînin zimên ku, helwesta Sûriyê ji bo pêşxistina çekên tevkujiyê dê di kata navnetewî de dijitiyekî xurt li hemberî wê pêk bîne. Dikare li hemberî Sûriyê ambargoyekî xurt ji awira aborî ve were rojevê û Sûriyê ji gelek aliyan ve îzole bibe. http://kurdwebb.com/index.php?id=1008 (Zarathustra News)
Tuesday 25 September 2007
vejin
Avesta-Hube Aloyan jineke Kurde li Ermenistanê dijî, temenê wê 116 salin. Heya niha jina herî bi temen li cîhanê, jineke japonî bû, Tomojî Tanabe temenê wê 112 sal bûn, lê belê ev jina Kurd Hube Aloyan 4 salan ji wê mezintir e. Hube Xanim 116 sal derbas kirine, lê belê heya niha karê male dike û salên derbasbûyî li ser rûyê wî diyar nabin. Malbata Hube Aloyan, ji ber zextan sala 1828 ya ku ji aliyê Tirkan ve hatibû serê Kurdan, ji Bakurê Kurdistanê bajarê Wanê gundê Zorê koçî Ermenîstanê kiribû. Hûbe Aloyan di sala 1891 de ji dayîk bûye.Bavê Aloyan piştî koçî Ermenîstanê kir, ji aliyê eceman ve di şerekî de hate kuştin. Aloyan a ku qet bavê xwe nedîtiye, tevî 2 xwişk û birayên xwe ji aliyê dayîka xwe ve hate mezinkirin. Jina Kurd ya 116 salî qet neçûye dibistanê, 7 zarokên wê, 212 nêviyên wê û zarokên neviyên wê hene. Aloyan, tevahiya temenê xwe li Gundê Ortaçiyan derbas kiriye û hîna bi hêviyeke mezin ji bo bijî li ber xwe dide. اKeça Aloyan ya herî mezin berî niha bi 2 salan jiyana xwe ji dest da. rojtv http://www.avestakurd.net/index.php?subaction=showfull&id=1190726029&archive=&start_from=&ucat=2&
Monday 24 September 2007
vejin
HEWLÊR, 23/9 2007 — Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro di kongreya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê axivî û got divêt madeya 140-ê ya destûra Iraqê di dema xwe ya diyarkirî de bêt binecih kirin û got kurd qebûl nakin ko ew made yek deqîqeyê tenê jî bêt paş ve dan.
Di heqê minaqeşeyên li ser binecihkirina madeya 140-ê de Mesûd Barzanî got:
— Berî niha kelem diketin pêşiya binecihkirina madeya 140-ê û hinek dest hebûn ko nedixweztin ev made bêt binecih kirin. Me beşdarî di destûra Iraqê de kir da mafên gelê me tê de paraztî bin. Niha komîteyeka nû ji bo binecihkirina madeya 140-ê hatiye damezirandin. Heger vê komîteyê xwest ko hinek dem jê re bihê dan da ew karên xwe bi cih bike, ew dikare vê daxwazê ji Parlamentoya Kurdistanê bike, ji ber tenê Parlamentoya Kurdistanê xwedîya mafê paşvedanê ye.
Mesûd Barzanî di heqê bajarê Kerkûkê de jî got:
— Şêx Mehmûd, Barzaniyê nemir û şoreşên kurd ji bo Kerkûkê qurbanî dane û Barzaniyê nemir mezintirîn şoreş kir qurbana Kerkûkê. Serokên mezin ji bo Kerkûkê qurban dane û em dê çawa ji bo Kerkûkê qurbanan nedin. | http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=1&ArticleNr=2468
Sunday 23 September 2007
vejin
 |  |  |  | |
PNA – Fermandarekî leşkerîya Îranê evroj dupat kir, ku topxaneyên Îranê çekdarên PJAK li nav herêma Kurdistanê topbaran kirin, ku wan çekdaran bi dizî derbas dibûn nav axa Îranê. Herweha, ewî fermandarî yê bi navê xwe Yehya Rehîm Sefewî ye got: çekdarên PJAK li wan deveran de bi dizî dihatin nav axa Îranê û hêmnayîya asayîşa welat têkdida. Ev axaftina berpirsê Îranî di demekê de tê ku berê Îranê ret dikir ku gundên deverên sînorîyên herêma | http://www.peyamner.com/details.aspx?l=5&id=31286 |
Saturday 22 September 2007
vejin
 | | |
Zana di îfadeya xwe de diyar kir ku mirovek, herî baş dikare bi zimanê xwe yê dayikê dîtin û hestên xwe bîne ziman û wê jî wisa bawer kiriye ku dê bi zimanê xwe bêtir bikaribe hest û dîtinên xwe bîne ziman, ji ber vê jî beşdarê çalakiya ji bo hilbijartinan a li Semsûrê bûye û ji gelên Semsûrê daxwaz kiriye ku dengên xwe bidine berendamên serbixwe. Wê bi vê kiryara xwe tu sûc nekiriye.
Parlamentera berê ya DEPê Leyla Zana, li ser lêpirsînên ku di derbarê wê de hatine vekirin, li Serdozgeriya Komarê ya Amedê îfade da. Zana ku ji ber li Semsûrê bi kurdî axiviye di derbarê wê de ev lêpirsîn dane destpêkirin, weha got: ”Ez mîna miroveka ku ji bo bikaranîna zimanê xwe yê dayikê tê darizandin, li ser navê vî welatî şerm dikim. Ez wisa bawer im ku di sedsala 21an de tenê Tirkiye ye ku mirovan ji bo axaftina wan a zimanê dayikê mahkeme dike”. Zana diyar kir ku mirovek, herî baş dikare bi zimanê xwe yê dayikê dîtin û hestên xwe bîne ziman û wê jî wisa bawer kiriye ku dê bi zimanê xwe bêtir bikaribe hest û dîtinên xwe bîne ziman, ji ber vê jî beşdarê çalakiya ji bo hilbijartinan a li Semsûrê bûye û ji gelên Semsûrê daxwaz kiriye ku dengên xwe bidine berendamên serbixwe. Wê bi vê kiryara xwe tu sûc nekiriye. Lêpirsîna duem jî, li ser axaftina Leyla Zana ya li Ixdirê hat vekirin ku li wir di axaftineke xwe de weha gotibû: ”Niha gava pêşîn divê hûn efûyeke giştî derxînin. Ya duem, divê hûn derbasê sîstema eyaleta Kurdistanê bibin ku ji dema damezirandina Osmaniyan ve hebû û diviya heya niha jî bidomiya. Li herêmên din jî eyaletan damezirînin. Ev dê neyê wateya parçebûna welêt, lê bêtir dê bibe sedema yekparçebûn û jiyana bi hev re.Zana di îfadeya xwe de da zanîn ku, axaftina wê ya li Ixdirê kêm hatiye wergerandin û axaftina xwe ya di derbarê Eyaleta Kurdistanê de jî, weha parast: ”Di derbarê mijara eyaletan de; Rêveberiya Navendparêz pirsgirêkên welêt nikare baş çareser bike, dereng dixîne. Çareserkirina pirsgirêkan, dê barê navendê jî sivik bike. Rêveberiyên Herêmê bêne bihêzkirin û pirsgirêk bi civakê re bêne parvekirin, ev dê pêşiya welêt vebikin û dê civak jî nefeseke xweş hilgire, hesantir bibe. Bi cihêrengî dê bêtir bikaribin xwe vebêjin. Pirsgirêk ne bi derengxistinan lê di dema xwe de bêne çareserkirin dê pêşketin çêbibin, ez van diparêzim. Em bên ser gotina Kurdistan: Di dîrokê de her dem navekî axa gelan ku li ser dijîn, hebûye. Navê axa ku kurd jî li ser dijîn, mîna Kurdistan hatiye binavkirin. Ji dema Osmaniyan bigirin heya dema pêşîn a Komara Tirkiyê jî, ev nav hatiye bi kar anîn.” Zana diyar kir ku, gotinên Kurd û Kurdistan piştî sala 1924an hatine qedexekirin û weha berdewam kir: ”Ev civak, dema ku Kurd û Kurdistan tê gotin, xwe hêsan û baştir dibîne. Mîna her gelî, dixwaze bi şanazî û nasnameya xwe bijî û ev jî mafê wan e. Armanca min ne ji nû ve xêzkirina sînorên sîyasî ne.”Zana her wiha di îfadeya xwe ya ji bo axaftina xwe ya di xwepêşandana ji bo berendamên serbixwe yên hezar hêviyê yên Amedê de jî, weha got: ”Ez ferdek ji gelê kurd im. Abdullah Ocalan serokek gelê kurd e. Ez wî mîna serokê rêxistina terorê nabînim”.Di derbarê Leyla Zana de, ji ber axaftinên wê yên berî hilbijartinên 22yê tîrmehê yên li Ixdir, Semsûr û Amedê lêpirsîn dabûne dest pê kirin. Dê dadgeh biryarê bidin ka bila di derbarê Leyla Zana de dawe bê vekirin an na. Her wiha ji ber axaftina Zana ya di Newroza Amedê de kiribû jî, dawe hatibû vekirin. Darizandina Leyla Zana didome. Çav:Amîda Kurd/Diha. |
Friday 21 September 2007
vejin
| | Walî Gafurî dibêje musteşar Ferhadî hîn jî li Silêmaniyê ye û daxwaz ji rayadarên îraqê û hukumeta Kurdistanê ji bo azadkirina musteşar Ferhadî kir da ku buyerê bişopînin. | | Waliyê Kirmanşahê Abdulmecid Gafurî ji bo îraniyê ku li Silêmaniyê ji aliyê Amerîkîyan ve hatibû rewandin, hukumeta Kurdistanê tehdîd kir û 24 saet muhlet da ku ew azad bikin. Abdulmecid Gafurî ji ajansa farsê re ragihand ku şandeya îranî li ser daxwaza hukumeta Kurdistanê çûye Îraqê û got ew kesê ku hatiye rewandin jî musteşarê Waliyê Kirmanşahê ye. Walî Gafurî li ser vê 24 saet muhlet da hukumeta Kurdistanê da ku musteşar azad bikin û got ”heke musteşar di navbera 24 saetan de neyê azad kirin ew ê hemû peymanên xwe yên bi Kurdistanê re bicemidînin. Walî Gafurî dibêje musteşar Ferhadî hîn jî li Silêmaniyê ye û daxwaz ji rayadarên îraqê û hukumeta Kurdistanê ji bo azadkirina musteşar Ferhadî kir da ku buyerê bişopînin. Weke tê zanîn eskerê Amerîkayê yê li Iraqê eşkere kir ku ew kesê ku duh li Silêmaiyê ji bal hêzên komando yên amerîkî ve hat girtin, efserekî (subayekî) feyleqa Qudsê yê orduya Pasdarana a Îranê ye. | Amadekar:Mehdi cilgin Çavkanî : http://www.netkurd.com/nuce.asp?id=8868 |
Wednesday 19 September 2007
vejin
Tuesday 18 September 2007
vejin
|
Nûçe -Ji aliyê rojnameya Îngîliz ‘Sunday Times’ê ve hat Îdîakirin ku Serokê Emerîkayê George Bush, ji bo amadekariyên êrişa li dijî Îranê ferman daye kesên berpirsyar.
Li gor ku ji aliyê rojnameya Îngîliz ‘Sunday Times’ê ve hatiye belavkirin, ji aliyê hin rayedarên Emerîkî yên Îstîbaratê û ewlekariyê ve hatiye ragihandin ku Serokê Emerîkayê George Bush û serpiriştên xwe, di nav amadekariyê de ne ku li dijî Îranê şerek bidin destpêkirin. Hatiye ragihandin ku George Bush, di vê çarçoveyê de ferman daye kesên berpirsyar daku amadekariya êrişeke li dijî Îranê pêk bînin. Herweha hatiye îdîakirin ku Wezareta Parastinê ya Emerîkayê, lîsteyek amade kiriye ku bi qasî 2 hezar hedefên Îranê ku bikevin ber êrişa artêşa Emerîkayê, hatine destnîşankirin. Li gor daxuyaniya rojnameya navborî, ji ber ku Îran dest ji bernameya xwe ya xebatên nuklierî venakşînê, Emerîka jî bigeha şer ya li dijî wan amade dike. Bi berdewamî hatiye îdîakirin ku hikumeta Washingtonê, ji bo êriş bibe ser Îranê du planên cuda yên bilezgînî (acîl) amade kiriye.
http://www.urmiye.com/modules.php?name=News&file=article&sid=1994pukmedia |
|
Tuesday 18 September 2007
vejin
Serokê Iranî Mehmûd Ehmedînejad hojdarîya Ferensa bi giring wernegirt sebaret egera şerekê dijî Iranê jiber bernama wê ya navokî. Ehmedînejad got ew gotin her babeteke bu ragehandinê û tivye bi rijtî wernegrîn. Ehmedînejad roja Sêşembî li Tehranê gote peyamhinêran ku gotinên wezîrê derve yê Ferensî bu ajansên ragehandinê ne weku helwêsta rasta Ferensa ye û Iran bi gefeka micid wernagrît. Wezîrê derve yê Ferensî Bernard Kouchner roja Yekşembî got cîhan tivye xwe amade biket bu egera şerî dijî Iranê eger danûstandinên navokî serkeftî nebun. Rusya roja Sêşembî ragehand ku ew di xemê daye sebaret raportên ku basê kiryareka leşkirî dijî Iranê diken. Di heman dem da Çînê ragehand ku ew berhelistîya gefa şerî dijî Iranê diket jiber bernama wê ya navokî. http://www.voanews.com/kurdi/2007-09-18-voa2.cfm
Monday 17 September 2007
vejin
Serdozgerê Komarê yê Amedê demek berê di derbarê kurdan de gotinên nexweş kiribûn. Xwediyê Weşanxaneya Tevnê Mehdî Tanrikulu jî daxwaznameyek bi kurdî ya ragihandina sûc di derbarê serdozgerê komarê yê Amedê de nivîsîbû û ji serdozger re şandibû. Li ser vê yekê, di derbarê Mehdî Tanrikulu de ji ber ku li dijî Qanûna Bikaranîn û Pejirandina Tîpên Tirkî derketiye, doz hat vekirin.
Doza di derbarê Tanrikulu de, li dadgeha Stenbolê dest pê kir û di derbarê Tanrikulu de biryara girtinê hate derxistin. Demek berê Tanrikulu derxistin dadgehê. Tanrikulu parastina xwe bi kurdî kir, katibê dadgehê bû wergêr:
Di dema dadgehê de Tanrikulu bi kurdî bersiva pirsan da. Li ser vê yekê dozger Selahattin Çetîn got: ”Tu bi tirkî dizanî, çima bi tirkî parastina xwe nakî?” Tanrikulu dîsa bi kurdî got : ”Ez bi tirkî dizanim, lê ez bi kurdî baştir dikarim derdê xwe bînim ziman, loma jî dixwazim bi kurdî biaxivim”. Dozger Çetîn li ser vê bersivê, ji katibê dadgehê pirs kir ka bi kurdî dizane an na. Katib Zekeriya Aslan jî got: ”Belê ez bi kurdî dizanim” û dest bi wergêriya Tanrikulu kir. Her wiha ji dadgeheke din jî, bang li katibek din kirin da zebt bigire.
Tanrikulu di parastina xwe ya dadgehê de weha got: ”Min di rojnameyekê de daxuyaniya Serdozgerê Komarê yê Amedê xwend. Di vê daxuyaniyê de kurd piçûk têne xistin û serdozger henekê xwe bi kurdan dike. Ev bû sedema şikandina manewiyata min û ez pir ber ketim. Di encam de min jî di derbarê vê daxuyaniya wî de daxwaznameyek nivîsî. Ji ber ku ez rewşenbîrek kurd im, kurdî zimanê min e û min xwest ku zimanê min jî di daîreyên fermî de bê bikaranîn, min daxwaznameya xwe jî bi kurdî nivîsî.”
Di 13ê îlonê de doza li dijî Mehdî Tanrikulu berdewam kir û Tanrikulu car din parastina xwe bi kurdî kir. Her wiha daxwaznameyek bi kurdî ji 3 rûpelan da dadgehê. Katibê zebtê Zekeriya Aslan car din ji Tanrikulu re wergêrî kir û ji bo vê jî 175 YTL wergirt.
Tanrikulu di dadgehê de weha got: ”Li ber deriyê dadgehê dozger mîna ku hinek aciz bû, lê mafê bikaranîna zimanê dayikê bi peymanên navnetewî hatiye parastin. Ez jî ji ber vê sedemê dixwazim parastina xwe bi kurdî bikim”.
Amîda Kurdhttp://www.amidakurd.com/modules.php?name=News&file=article&sid=769
Monday 17 September 2007
vejin
DIYARBEKIR, 16/9 2007 — Li gor rojnameya tirkî Hurriyetê parlamentera DTP-ê ya Diyarbekirê Aysel Tugluk dibêje heger di destûra nû ya Tirkiyeyê de behsa nasnameya kurdî neyêt kirin û mafên kurdan nekeve bin garantiyê de DTP dê piştgiriya destûra nû ya ko AKP dide amade kirin neke.
Aysel Tugluk dibêje divêt di destûra guhortî de bêjeya ”nasnameya kurdî” bêt bi kar anîn û mafên nasnameyên cida yên etnîkî û kulturî bên garantî kirin heta ko DTP bikare piştgiriya wê bike.
Herwiha Aysel Tugluk dibêje divêt têgeha hemwelatiyê jî ne li ser esasê etnîsîteya ”tirkbûnê” be yan ne ew dê hemî destûrê yekcar red bikin û li dijî wê derkevin. Aysel Tugluk dibêje wisa dixwehî ko ev pêşniyara AKP-ê versiyoneka revîzekirî ya destûra Tirkiyeyê ya sala 1982-yê ye. |
http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=1&ArticleNr=2455
Saturday 15 September 2007
vejin
Rûsyayê bombeyek nû ya Vakûmê ceriband. Ji bombayê re tê gotin ‘bavê hemû bombeyan’. Di bombeyê de 7 ton madeyên teqînîyê heye û dema diteqe der û dora xwe dişewitîne. Artêşa rûsî bombeyek nû ceriband ku jê re tê gotin ‘bavê hemû bombeyan’. Bombe ji heft ton maddeyên teqînîyê pêk tê û dema diteqe, dibe sebebê germîyek gelek mezin û hemû dor û dora xwe dişewitîne.
Amadekar:m.ş.oncu
http://www.rojhilat.net/modules.php?name=News&file=article&sid=5368
Saturday 15 September 2007
vejin

Wezîrê Parastinê yê Fransayê Herve Morin ji bo demeke kin çû serdana Katar ê. Morin, li paytextê Katarê, Dohayê daxuyaniyek da çapemeniyê. Morin di daxuyaniya xwe de bala raya giştî da ser xetera programa Îranê a nukleerî. Morin, xetera Îranê wisan anî ziman: Programa nukleerî a Îranê dikare îstîkrara herêmê têxe bin rîskên mezin. Li herêmê ne îstiqrariyê pêk bîne. Pêwîstî bi hewildanekî herêmî heye ku vê yekê ji Îranê re bîne zimên. Programa nukleerî a Îranê ji bo herêma Kendavê tehdîdek e mezin e. Morin bang li welatê kendavê kir ku, bi rêyên aqilane û têkiliyê ji pirsê re çareseriyê bibînin (Zarathustra News). http://www.beroj.org/index.php?option=com_content&task=view&id=268&Itemid=2
Friday 14 September 2007
vejin
Peyivdarê Serokomarê Fransayê David Martinon, li ser pirsa endametiya Tirkiyê a Yekîtiya Ewropayê ji bo kanala LCI yê wisan axifî: Cihê Tirkiyê di nava Ewropayê de tune ye!
Peyivdarê Nicolas Sarkozy dîtina Komara Fransayê wisan anî zimên: Em ê konaxa endametiya Tirkiyê bloke nekin. Lê hewildanên Sarkozy ji bo xurtkirina dîtina xwe li Yekîtiya Ewropayê didome. Ew hewil dide ku bandorê li kes/komên alîgirên Tirkiyê bike. Neblokekirina konaxa endambûna Tirkiyê nayê wê wateyê ku me pozîsyona xwe daye guhertin. Helwêsta Fransayê
li ser Tirkiyê qet nehatiye guhertin, weke xwe ye. Li gorî me, cihê Tirkiyê li Ewropayê tune ye (Zarathustra News http://kurdwebb.com/index.php?id=959
Friday 14 September 2007
vejin
Wewî û ken Di tariya şevekî lal de Di nava temekî taristan Kenek ji lêvên wewîyekê
Veresiyabû wendayiye Wewî ser bi xêlî bi dilekî melûl Di nava kolanên xemdagirtî
Dewsa kena wenda dişopand .Her tişt warte dixuya Her der baristana xemekê ye Zarokekî pexas û xeşîm dibîne Pirsa kena xwe jê dike
Zarok dibeje ez nizanim ken çiye Lê diya min dibêje bavê te çûye çiyêYa kû te gotî; wê ji me re bine Nizane çi bike; bera xwe dide şaho
Lê li wir jî haje haja Sîrwan nayê Bera xwe dide Qendîlê da ku dinavaGovenda peşmergeyan de kena xwe bibîne Lê li wir jî bêdengî bi hizar zimanan hawar dike
Serî ji Agirî dide Ji keziyên Agirî ve digire u Dixaze ji memiken wê ter av bibe Lê Şîr di memikan de çikiyaye
Pêşmergeyekî dibine
Çarmêrk rûniştî; çek di hembêz de û teviyayî. Pirsa kena wenda jê dike
Lê ew jî aram aram sere xwe dihejine
Êdî maye çi bike Bera xwe dide kaniye û dixase Destnimêjekê bigire û Li pey nimejekî çar riket
Duayekê ji xuda bixaze Wê demê şilêrekî stûxwar serê xwe bilind dike û Dibêje hoo wewî hoo Nimêj bê fêdeye Îro roja şîna me ye Xude ne li male!!!!!!!! Di ser rîha duktor şerefkendî
تهواوی پهڕگهکانی وێبلاگ
دواترین | پهڕگهی
2
له
8
| پهڕگهی ڕابردوو
|
کورتهیهک
gişti kurdi
سهرهتا
زانیاری
ئهلبۆمی وێنهکان
ئهرشیڤ
بایهکه م وێبلاگ بین
بیخه لیستی دڵخوازهکان
بلاگە بەرۆژ کراوەکان
لۆگۆی وێبڵاگ
نووسهران
دۆستان
هاوپۆلهکان
رۆژگهلێك
« March 2010 »
| Mon | Tue | Wed | Thu | Fri | Sat | Sun | | 1 | 2 | 3 | 4 | 5 | 6 | 7 |
| 8 | 9 | 10 | 11 | 12 | 13 | 14 |
| 15 | 16 | 17 | 18 | 19 | 20 | 21 |
| 22 | 23 | 24 | 25 | 26 | 27 | 28 |
| 29 | 30 | 31 | |
بابهتهکان
- Pelê payîzê
- Iran petrola Iraqê didize
- بێ ناو
- Nameya Kebûdvend Ji Bo Wijdanên Giştî, Xelkê Îranê Û Kurdistanê
- Gul dibêjit mafê Turkîye ye li bakora Iraqê kiryarên leşkirî dijî serheldayên Kurd biket
- DTP serokekî nû ji xwe re hildibijêre
- Parlamentoya Rusyayê ji tirkan re got: Rawestin!
- Parlamenterên kurd li dijî plana tirkan in
- Îtalya Xelat da rojnamevanên Kurd-mehkûmên îdamê
لینکهکان
لێرهو لهوێ
:
RSS بۆ بڵاگ
RSS بۆ پۆدکهست
|