Nameya Kebûdvend Ji Bo Wijdanên Giştî, Xelkê Îranê Û Kurdistanê

Thursday 27 December 2007
vejin

Mihemedsidîq Kebûdvend, Serokê Rêxistina Parastina Mafê Mirovan li Kurdistanê, di nameyekê de ku ji girtîgeha Êvînê re ji bo wijdanên giştî, xelkê Kurdistan û Îranê şandiye, serbarê îşarekirin bi damezrandina rêxistina han, li gor benda 1’ê a

madeya 2’an ya Carnameya Gerdûnî ya Mafê Mirovan û yasayîbûna çalakiyên vê saziyê li gor madeyên 19 û 28’an a carnameya han, nivîsandiye: “Tu yek ji çalakiyên “RMMK”ê tawan ninin û çalakiyên han weke gavavêtin li dijî ewlehiya neteweyî û hevkarî û hevdengbûn tevî neyarên rejîmê nahê hesibandin”.

 Li gor beşek din a nameya han, Rêxistina Parastina Mafê Miorvan, di sê salên borî de li Kurdistanê, di rewşên herî xirab yên ewlekarî, lêdan, îşkence, tirs û di bin sîbera ferq û cudahiyên ragehandinî ên desthiltadarên rejîma Komara Îslamî a Îranê de, bi hebûna hewcehiyên herî kêm ji bo berevanîkirin ji mafê mirovan xebat kiriye.

 Mihemdsidîq Kebûdvend, di dawiya nameya xwe de aniye: “6 meh dibe ku ez li gor biryareke bizor û nedadwerane di benda takekesî de, di bin îşkence, lêdan, zext, givaş û bêhurmetîkirinên hêzên rejîmê de derbaz dikim û di vê heyamê de, ji hemû mafên takekesî, sivîl û mirovî bêpar im. Wiha xuya dibe ku eva buhayekî destpêkî dibe ku ez didim”.

 Hêjayî gotinê ye ku Mihemedsidîq Kebûdvend Serokê Rêxistina Parastina Mafê Mirovan li Kurdistanê, 6 mehna dibe ku ji aliyê hêzên ewlekarî yên Komara Îslamî a Îranê hatiye girtin û di girtîxaneyê de rewşek pirr aloz û xirab heye.  

http://www.kurdistanmedia.com/kurmanci/nuce/file/1295.php

ته‌واوی په‌ڕگه‌کانی وێبلاگ

دواترین | په‌ڕگه‌ی 4 له‌ 157 | ‌په‌ڕگه‌ی ڕابردوو

کورته‌یه‌ک

gişti kurdi
سه‌ره‌تا
زانیاری
ئه‌لبۆمی وێنه‌کان
ئه‌رشیڤ
بایه‌که م وێبلاگ بین
بیخه‌ لیستی دڵخوازه‌کان
بلاگە بەرۆژ کراوەکان

لۆگۆی وێبڵاگ

vejin

نووسه‌ر‌ان

دۆستان

هاوپۆله‌کان

رۆژگه‌لێك

«  March 2010  »
MonTueWedThuFriSatSun
1234567
891011121314
15161718192021
22232425262728
293031 

بابه‌ته‌کان

- Pelê payîzê
- Iran petrola Iraqê didize
- بێ ناو
- Nameya Kebûdvend Ji Bo Wijdanên Giştî, Xelkê Îranê Û Kurdistanê
- Gul dibêjit mafê Turkîye ye li bakora Iraqê kiryarên leşkirî dijî serheldayên Kurd biket
- DTP serokekî nû ji xwe re hildibijêre
- Parlamentoya Rusyayê ji tirkan re got: Rawestin!
- Parlamenterên kurd li dijî plana tirkan in
- Îtalya Xelat da rojnamevanên Kurd-mehkûmên îdamê

لینکه‌کان

لێره‌و له‌وێ‌

:
RSS بۆ بڵاگ
RSS بۆ پۆدکه‌ست