Osman: ' Wê rêketinameyê Tirkiye teşwîq kiriye ku rewşê wiha aloz bike ku niha dibînin'

Sunday 14 October 2007
vejin



Endamê Parlementoya Iraqê yê ser bi Lîsteya Hevpêmaniya Kurdistanê Dr. Mehmûd Osman di derbarê tehdîdên berdewam ên Tirkiyê bo ser Herêma Kurdistanê û derbaskirina sînorê Herêmê, rexne li Hikûmeta Tirkiyeyê girt û daxwaz ji Hikûmeta Bexdayê kir ku wê rêketinnameya li gel Tirkiyê bila ber çavan derbas bike.

Di derbarê rêketinameya navbera Iraq û Tirkiyê de Osman di pêwendiyeke telefonî de li gel ajansa nûçeyan a Dengên Iraqê de got:Wê rêketinameyê Tirkiye teşwîq kiriye ku rewşê wiha aloz bike ku niha dibînin.

Her wiha Osman aşkere kir ku Lîsteya Hevpêmaniya Kurdistanê dê piştî cejnê daxwazekê bixe pêşiya Civata Nûneran a Iraqê bo ku wezîrê navxwe yê Iraqê bixwazin Parlementoyê da ku ronahiyê bixe ser wê rêketinameya ewlehiyê ku li gel Tirkiyê îmza kiriye.
Osman bi bedewamî got:Tirkiyê rêz li wê rêketinamyê negirtiye lewre divê Hikûmeta Iraqê rêketinameyê ber çavan derbas bike.

Hêjayê gotinê ye wezîrê navxwe yê Iraqê Cewad Bolanî di dawiya meha borî de rêketinameyek li gel Hikûmeta Tirkiyê îmza kir

ku rê bi Tirkiyê de, piştî razîkirina Hikûmeta Iraqê, bo şerê li dijî çekdarên PKK-ê, sînorê Iraqê derbas bike. pukmedya 

http://www.rizgari.com/modules.php?name=News&file=article&sid=10415






ته‌واوی په‌ڕگه‌کانی وێبلاگ

دواترین | په‌ڕگه‌ی 10 له‌ 157 | ‌په‌ڕگه‌ی ڕابردوو

کورته‌یه‌ک


gişti kurdi
سه‌ره‌تا
زانیاری
ئه‌لبۆمی وێنه‌کان
ئه‌رشیڤ
بایه‌که م وێبلاگ بین
بیخه‌ لیستی دڵخوازه‌کان
بلاگە بەرۆژ کراوەکان

لۆگۆی وێبڵاگ


vejin

نووسه‌ر‌ان


دۆستان



هاوپۆله‌کان



رۆژگه‌لێك


«  March 2010  »
MonTueWedThuFriSatSun
1234567
891011121314
15161718192021
22232425262728
293031 


بابه‌ته‌کان


- Pelê payîzê
- Iran petrola Iraqê didize
- بێ ناو
- Nameya Kebûdvend Ji Bo Wijdanên Giştî, Xelkê Îranê Û Kurdistanê
- Gul dibêjit mafê Turkîye ye li bakora Iraqê kiryarên leşkirî dijî serheldayên Kurd biket
- DTP serokekî nû ji xwe re hildibijêre
- Parlamentoya Rusyayê ji tirkan re got: Rawestin!
- Parlamenterên kurd li dijî plana tirkan in
- Îtalya Xelat da rojnamevanên Kurd-mehkûmên îdamê

لینکه‌کان

لێره‌و له‌وێ‌

:
RSS بۆ بڵاگ
RSS بۆ پۆدکه‌ست