Dîndar Zêbarî rêkxirê karûbarê hikûmeta Herêma Kurdistanê li UN ragihand ku UN dê rola xwe li Kurdistan û Iraqê zêde bike, nexasim di warê çandinî, xwendin û avadanê de.
Zêbarê di axaftina xwe bo Rojnameya ASO de got ku zêdeter ji 10 ajansên UNê li Herêma Kurdistan û Iraqê kar dikin , di riya hemahengiyê bi herdu hikûmetan de.
Her weha bal kişand ser pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Neteweyên Yekgirtî (UN) û ew buha nirxand.
Zêbarê got ku baregehên UN niha li Hewlêrê ne û di demeke nêzîk de nivîsîngehên wê li Silêmaniyê û Duhokê jî tên vekirin, daku pêwendiyên di navbera Herêmê û Neteweyên yekgirtî de bilindtir bibin.
http://www.asoxandan.com/Direje_L.asp?Babet=Hewal&Jimare=951