B.Salih:"Kerkûk bi sloganan venegere ser Kurdistanê"

Friday 5 October 2007
vejin

SALİH  

Qaşo serkirdayetiya kurd tiştek bo Kerkûk û madeya 140 nekiriye, bi berevajî em dizanin ku paşeroja me li ser Kerkûkê ye lê gavên jîrane û aram divê.

Duhî li hola şehîd Omer Debabe ya Malbenda 14-ê rêxistina Koyeyê, cîgirê sekreterê giştî yê YNK Berhem Ahmed Salih, bi amadebûna berpirsê malbendê Şêx Elî Heme Salih, kargêr û endamên malbendê, semînereke fireh bo berpirsên hizbî û hukimî ên sinorê saz kir.

Di semînerê de Salih qala girîngiya derbaskirina vê qonaxa niha ya Iraq û Kurdistanê kir û li ser projeya Josef Baydin û biryara kongreya Amerîkayê, axivî û aşkere kir ku me kurd divê siyaseteke me ya hekîmana(jîr,biaqil) hebe di nav dewletên cîran, neteweyên ereb û tirk û fars de da ku bikaribin mafên xwe bi dest bixin.

Di derbarê madeya 140 jî got: Nabe wek hin rojname behs dikin, hûn jî wiha bizanin ku serkirdayetiya kurd tu tiştek bo Kerkûk û bicihanîna madeyê nekiriye. Bi berevajî em wiha dizanin ku berjewendî, xebat û paşeroja me li ser Kerkûkê ye û ev bajêr bi slogan û axaftinê nayê wergirtin, gavên jîrane û aram divê. Bo wê armancê jî çi serok Talebanî û çi serok Barzanî çi serkirdeyên din ên kurd, hertim çavdêriya gavên bicihanîna madeya 140 û vegera deverên veqetandî dikin bo ser herêma Kurdistanê.

Her weha got: Tu guman tê de nûne ku divê ew dever vegerin ser herêma Kurdistanê çimkî di bengeh de axa Kurdistanê ne.

http://pukmedia.com/kurdi/index.php?option=com_content&task=view&id=2102&Itemid=1






ته‌واوی په‌ڕگه‌کانی وێبلاگ

دواترین | په‌ڕگه‌ی 17 له‌ 157 | ‌په‌ڕگه‌ی ڕابردوو

کورته‌یه‌ک


gişti kurdi
سه‌ره‌تا
زانیاری
ئه‌لبۆمی وێنه‌کان
ئه‌رشیڤ
بایه‌که م وێبلاگ بین
بیخه‌ لیستی دڵخوازه‌کان
بلاگە بەرۆژ کراوەکان

لۆگۆی وێبڵاگ


vejin

نووسه‌ر‌ان


دۆستان



هاوپۆله‌کان



رۆژگه‌لێك


«  March 2010  »
MonTueWedThuFriSatSun
1234567
891011121314
15161718192021
22232425262728
293031 


بابه‌ته‌کان


- Pelê payîzê
- Iran petrola Iraqê didize
- بێ ناو
- Nameya Kebûdvend Ji Bo Wijdanên Giştî, Xelkê Îranê Û Kurdistanê
- Gul dibêjit mafê Turkîye ye li bakora Iraqê kiryarên leşkirî dijî serheldayên Kurd biket
- DTP serokekî nû ji xwe re hildibijêre
- Parlamentoya Rusyayê ji tirkan re got: Rawestin!
- Parlamenterên kurd li dijî plana tirkan in
- Îtalya Xelat da rojnamevanên Kurd-mehkûmên îdamê

لینکه‌کان

لێره‌و له‌وێ‌

:
RSS بۆ بڵاگ
RSS بۆ پۆدکه‌ست