Dadgeh kirina bergumanên kuştina Hrant Dînk berdewam e

Tuesday 2 October 2007
vejin



Piştî bêhnvedana li meha heft îro dadgeheke Tirkan, doza li dijî 19 bergumanan berdewam kir.  Ew berguman bi şika kuştina rojnamevanê Ermenî yê ku li Tirkîye dijîya hatibûn girtin

Duşema îro çendsed piştevanên rojnamevanê kuştî Hrant Dînk li derveyê dadgeha Stenbolê kom bûn û daxwaza dadê kirin.

Dînk li meha yekê li derveyê nivîsgeha xwe ya li Stenbolê hatibû kuştin ku dibêjin ji alîyê xortekî 17 salî yê ku sûc xistîye stuwê xwe ve hatibûye kuştin.


Malbata Dînk rayedarên Tirk gunehbar dikin ku baş vekolînê li ser wê dozê nakin.  Ew herwisa îddîa dikin û dibêjin dibe ku heya hêza tenahîya Tirkî ji nexşeya kuştinê hebûye.


Dezgehên ragihandina Tirkîye roja şemîyê axaftineke ser telefonê belav kir ku tê de karbidestekî polîsan piştî kuştinê bi yek ji wan bergumanan re dipeyive.  Wezareta Navxweyî ya Tirkîye lêkolînê li ser wê tomara qesedê dike.


Par cezayê şeş mehên zindanê yên bi şert dabûn Dink bi egera piçuk kirina kesayetîya niştimanî ya Tirkîye.

Tirkîye înkar dike ku Osmanîyên Tirk qira Ermenîyan hanîbûn.  Tirkîye dibêje di dema Şerrê Yekem yê Cîhanî û têkçûna Împaratoryîa Osmanî da hejmareke mezin ji Ermenîyên Xirîstîyan û Tirkên Misilman mirine jiber şerrê nijadî.
http://www.voanews.com/kurdi/2007-10-01-voa1.cfm






ته‌واوی په‌ڕگه‌کانی وێبلاگ

دواترین | په‌ڕگه‌ی 20 له‌ 157 | ‌په‌ڕگه‌ی ڕابردوو

کورته‌یه‌ک


gişti kurdi
سه‌ره‌تا
زانیاری
ئه‌لبۆمی وێنه‌کان
ئه‌رشیڤ
بایه‌که م وێبلاگ بین
بیخه‌ لیستی دڵخوازه‌کان
بلاگە بەرۆژ کراوەکان

لۆگۆی وێبڵاگ


vejin

نووسه‌ر‌ان


دۆستان



هاوپۆله‌کان



رۆژگه‌لێك


«  March 2010  »
MonTueWedThuFriSatSun
1234567
891011121314
15161718192021
22232425262728
293031 


بابه‌ته‌کان


- Pelê payîzê
- Iran petrola Iraqê didize
- بێ ناو
- Nameya Kebûdvend Ji Bo Wijdanên Giştî, Xelkê Îranê Û Kurdistanê
- Gul dibêjit mafê Turkîye ye li bakora Iraqê kiryarên leşkirî dijî serheldayên Kurd biket
- DTP serokekî nû ji xwe re hildibijêre
- Parlamentoya Rusyayê ji tirkan re got: Rawestin!
- Parlamenterên kurd li dijî plana tirkan in
- Îtalya Xelat da rojnamevanên Kurd-mehkûmên îdamê

لینکه‌کان

لێره‌و له‌وێ‌

:
RSS بۆ بڵاگ
RSS بۆ پۆدکه‌ست